Di vê meqalê de ez bêhtir li ser ḧ
, ẍ
û '
dişteẍilim. Ji niha de bêjim, ev meqale ne gelekî li ser ẍ
ye.
Bi fikirê min, erê. Ti xirabî pê nîne, û kêmtir îḧtîmala fêmkirina ẍelet heye. 'Elimîna bi riya xwendinê jî hezar caran rasttir û hesanîtir dikê û ti zeḧmetî bi nivîsandina wa nîne ji ẍeynî di kompîter û telefonan de. Lê heke daxwaz hebê, çêkirina programên ji bonî nivîsandina wan ne zeḧmet e.
Erê û na. Ji ber ko ev ḧerf (ḧ
û ẍ
) ne belavbûyî ne û di alfabên ti zimanan de nînin ew ji hinek fontan kêm in, yanî di hineka de nikarin xweşik werin şanîkirin. Çara wê problemê bikaranîna fonteke dî ye.
Di mecmû'a Hawarê ya ko vê alfaba latînî belav kir de ḧ
û ẍ
hatibûn diyarkirin wekî ḧerfên zêde, û di nivîsên wan de hatibûn şuẍulandin.
Celadet 'Alî Bedirxan ji van re gotiye ẍerîb. Ez karim 100% bêjim bê ḧ
bûye qetek ji kurmancî û di gotinên ne ji zimanên dî de jî heye. Ne kurmancî bû berî Xwedê zane çend sed salan, lê vêce kurmancî ye û ne mimkun e werê avêştin û heke hatibane avêştin zengîniya zimanê me wê kêmtir bûbane.
Li ser '
gelekî nizanim naxwazim tiştekî ẍelet bêjim lê ev jî di gelek gotinan de heye. Ẍ
di hinek gotinan de heye û ew ji zimanên dî ('erebî, hinek ji osmanî) ne lê gelekî tên bikaranîn, dîse ne mimkun e werê avêştin. Vêce wextê qebûlkirinê hatiye û derbas jî bûye, lê gelekî kêm kes van ḧerfan bi kar tînin.
Bahweriya min ew e bê di pêşerojê (wextê ko hê nehatiye) de jî wê bikaranîn halo kêm mînê lê xwestineke min heye ji me'elman û nivîskarên ferhengan re: Bi xêra xwe van ḧerfan bi kar bînin! Bi xwendinê 'elimîna gotinên nû bi şiklekî rast bê van ḧerfan ne mimkun e, ez zanim bê gelek dengên dî hene ew jî bi yek ḧerfî tên nivîsandin lê ev hersê deng hîç ne weke dengê "normal" ê ḧerfa ko pê tên nivîsandin in.
Ma çima na, gelekî hesanî ne, yek kard ḧesêba wana weke bê ¨
jî bixwîne yek ê fêm kê. Meyzîne te fêm kir, min di vê meqalê de ew ḧemû bi kar anîn :)
Ev pirseke zeḧmet e. Ji bonî 'elimînê sedî sed ḧewce ne, û ji bonî veqetandinê jî ḧewce ne. Xwendin jî hêsanîtir dibe û heke yek gotineke ko yek nizane bibîne, yek ê zanibe ma çawa tê xwendin. Di vê nivîsê de ḧ
22 cara heye, ẍ
10 cara heye û '
6 cara heye.